Op 3/26/2008 zei :
KEŞE TÛMA
Beriya ku bê valakirin û hilweşandin, gundê Hesenan pala xwe da bû çiyayên Cûdî. Gundê Hesenan, bi ava xwe, bi aşên xwe, bi hinarên xwe yên bi nav û deng, bi her cûre darên xwe yên fêkî, bi bax û baxçeyên xwe, bi dar û deviyên xwe gundekî ava, şên, geş û xweş bû.
Hesenan gundekî Suryaniyan bû. Li vî gundê mezin ê ku ji 200 malan pêk dihat, sê dêr hebûn. Gundê Hesanan Filehên me bûn, em jî Misilmanên wan bûn.
Keşe Tûma, ku niha di navbera Mîdyadê û Silopî re diçe û tê, her cara ku bi dûrî di ber gundê Hesanan de derbas dibe, axîneke ji dil dikşîne. Keşe Tûma bi hesrata Hesanan dişewite. Belê ev hesret, ne tenê hesreta Hesanan e, ev hesret hesreteke mirovî, hesreta eqreba, dost û hevalan e jî. Piştî valakirin û hilweşîndina gund, yek yek bi belav bûne gundiyên Hesanan; bi der û warên xerîb ketine, pirrên wan çûne di Ewrûpa re derketine.
Niha yên çûyî, li kûçe û kolanên Ewrûpa, Keşe Tûma li sikakên Mîdyad û Silopiyê li gundê Hesanan digere. Destûra wî nîne ku here ser xirbê gund jî, loma gava ku ji dûrî di binya gund re derbas dibe, destên xwe ji çiyayên Cûdî û gundê Hesenan re dihêjîne. Ew bi vî awayî dixwaze hesreta xwe hilîne; kul û derdan ji nav dil û hinavan birijîne.
Keşe Tûmayê ku heta çend sal berê, di dêra gundê Hesenan de keşîtiya xortên ciwan, keçên delal, jin, bûk û zarûkan dikir, îro qîma xwe bi çend pirtik pîrên ku nikaribûne xwe bigihînin Ewrûpa tîne. Loma destê xwe bi hêrs dihejîne, Hesenan bi bîra xwe tîne û bi gazin, "Ezê ji van pîran çi bikim" dibêje.
Çîroka Keşe Tûma dirêj e, derdê wî giran e. Belê ew piçekê jî ji me Kurdan bi gazin e. Dike nake rojên berê ji bîr nake. Bibê nebê wan rojên reş, wan rojên dema Fermanê û tiştên ku Keşa Tûma bihîstine û dîtine, tesîreke gellek mezin li ser jiyana wî nîşan dane. Loma Keşe Tûma piçekê ji me, ango ji me Kurdan dilşikestî ye.
Em Kurd, ku xalên Keşe Tûma ne.
Erê em xalanên Keşe Tûma ne. Çîroka xalîtî û xwarzatiya me jî bi vî awayî çêbû. Dema hovîtiyê, dema terqîna Fila, ango dema Fermanê, wê dema ku Newala Qoça xwîn diherikî, Mala Melekê Xêro yên Silopî sê keçên File di mala xwe de veşartibûn.
Mala Melekê Xêro, ev hersê keçen biçûk bi zarûkên xwe re xwedî kirin. Tu cihêtiyek nexistin navbera wan û zarûkên xwe. Ev hersê keçik, hem ji hev re û hem jî zarûkên mala Melekê Xêro re xwişk û bira bûn. Vê mala ku di wan rojên reş û tarî de serbilindiya me Kurdan bûn, ev hersê keçik bi zarûkên xwe re mezin kirin.
Di navê re sal derbas bûn, ev zarûkên ku çar-pênc salî bûn, mezin bûn û hatin ber zewacê. Gundiyên der û dorê bi rastiyê dizanibûn. Wan digot ku, mala Melekê Xêro ev zarûk mezin kirin, belê wê niha wan bikin Misilman û bi xortên mala xwe re bidin zewicandin. Çimkî tiştên weha hatibûn dîtin.
Belê mala Melekê Xêro ev yek nekirin. Ji hersê keçikan re jî rastiyê gotin. Mezinê malê, rojekê hersê keçik gazî ba xwe kirin û ji wan re weha got: " Keçên min, ez bavê we me, hûn dizanin ku evên ha jî xwişk û birayên we ne. Em hemû maliyên malekê ne. Rewş çi dibe bila bibe, emê hergav wek malekê bin; ezê bavê we, hûnê jî zarûkên min bin. Belê divê îro em li ser rastiyekê bipeyivin. Rast e, hûn zarûkên min in, ji zarûktî ve min hûn xwedî kir, min hûn mezin kirin. Şikir ji Xwedê re ku îro hûn hersê jî mezin û li ber zewacê ne. Divê hûn jî bizewicin û sibê bibin xwedî mal.
Ez dixwazim ku hûn mêrên xwe bibijêrin û bi dil bizewicin... Devê min nagere ku ez bêjim, belê hûn hersê jî dizanin ku dê û bavên we yên helal File bûn. Ji roja ku hûn hatin vê malê heta îro, min tu car di mesela dîn de devê xwe venekir û ji we re tiştekî negot. Wek ku hinek bi zorê dikin, min hûn bi zorê nekirin Misilman. Çimkî dê û bavên we File bûn. İcar niha dema we ya zewacê ye, heke hûn dixwazin bi Misilmanan re bizewicin, ji xwe der û dora me tije ye; lê heke we divê hûn bi Filehan re bizewicin, ezê gazî mezinên wan bikim û her yek ji we, gava yekî ku bi dilê wê ye dît, bila ji xwe re bizewice."
Bi vî awayî Mala Melekê Xêro, xeber şandin gundê Hesanan. Keçika ku wê bibûya diya Keşa Tûma, bavê wî eciband û biryar da ku pê re bizewice. Mala Melekê Xêro, şevekê bi dizî diya Keşe Tûma derbasî gundê Hesanan kirin û wê dan dergistiyê wê yê File.
Keşa Tumayê ku xwarzê me Kurdan tê, ji vê zewacê hat dinyayê. Dayika wî, heta roja ku bimire mala bavê xwe, ango mala Melekê Xêro berneda. Gava ku bêriya mala bavê xwe dikir, ji gundê Hesenan li weleqa xwe suwar dibû, barekî fêkî hildida, berê xwe dida riya Silopî û dihat bi rojan li mala bavê xwe dima. Mala bavê wê, war û sitar wî ya hergavîn bû.
Keşa Tûma jî ji mala xalê xwe pirr hes dikir, hê jî hes dike. Hemû ferdên mala Melekê Xêro xalanên Keşa Tûma û zarûkên wî tên. Ew hê jî xal û xwarza ne; bi dilekî paqij, bi ser hev de ketî, ji bo hev mirî ne.
Keşa Tûma, dike nake hê jî nikare xwe ji bin tesîra rojên reş û tarî xelas bike. Hinek gazina wî ji me xalanên xwe heye. Bi taybetî jî em xalanên wî yên ku bûne gûr, hem bi me û hem jî bi wan ketine.
Keşa Tûma, niha di kûçe û kolanên Mîdyad û Silopiyê de bi hesreta rojên Hesenan dijî. Di gel hemû zor û astengiyan ew di ber xwe dide. Naxweze ku rojên xwe yên mayî li der û dertûnan, li kolanên Ewrûpa derbas bike.
İro aşkirina dilê wî yê şikestî li ser me, ango li ser mala xalên wî maye. Hêviya wî ya herî mezin, ji cehalet û ji nezaniyê xelasbûna me ye. Dîtina her Kurdekî zana û ronakbîr, dilê wî geş, beşera wî xweş dike. Çimkî tu kesî bi qasî bav û kalên wî ji nezaniya me nekişand. Loma xortên nûhatî û zana, hêviya wî ya ku emê cardin, mala xwe û mala wî xera nekin, xurt dike.
Keşa Tûma bi zarê me yê şêrîn, bi Kurdiya xweş û geş dipeyive; sitrana bav û kalan dibêje.
Ku riya we bi Mîdyadê ket, seriyekî lêxin, dilê wî xweş bikin û helbet pê bidin zanîn ku êdî em hişyar in; ne neyar, dost û yar in.?
voor meer info http://Assyrian_lucas.jouwpagina.nl
|